Kurdisch

NAVEROKA BELAVOKA RAGIHANDINÊ:

Jiyanek xweş ji bo hemî kesan! 10 Babete (xalek) ji bo Kieleke civakî,

ekolojîk û adil Kurteya Bernameya Herêmî ya sala yekem a piştî hilbijartinê!

DIE LINKE li vir li Kielê ji bo edaleta civakî, mafên wekhev ji bo hemî kesî û siyasetek ekolojîk a hevgirtî dixebite. Piştî hilbijartinê, em dixwazin deh babeteyên jêrîn bicîh bînin:

1. Divê kirê ( îcare) dakevin! Divê xanîyên civakî yên bajaran bê xurtkirin. Ji bo hemî projeyên avahîyên nû bi kêmasî 50% alîkarîya xaniyan bê kirin. Mafê xanîyan ji bo her kesî.

2. Gel bê hêzdar kirin: Stadtwerke ya Kîelê û mala Kal û Pîran divê ji %100 di destên Alenîyê de bin. Li avahiyên Alenîyê divê paqijker ji aliyê şaredariyê ve bên xebitandin. Pargîdaniyên derve divê xercên bi hev re lihevkirî bidin.

3. Li ser trafîkê vegerek domdar bicîh bînin: Li bajêr her sal %2 kêmtir cîhên parkkirinê. Di şûna wê de, ji boyî çûnehata siwareyan bê kêm kirin, berfirehkirina bilez a xetên otobusan û rê yên Dûçerxan (bisiqlêt) bên ava kirin. Divê bilêtên otobusên bajêr erzantir bibin.

4. Kembera Keskeyî biparêzin: Tu girêdana bi A 21 (vebûna başûr) re tune, ji ber ku deverên kesk ên li devera bajêr bêhtir cih nagrin. Ji bo parastina bagûrdanê ( klîma), bi mebesta ku heta sala 2035-an Bagûrdana Kîelê bêalî bibe, divê ji bo parastina bagûrdanê dezgehek cûda were damezirandin.

5. Li şûna avakirina tiştên nû yên prestîjî, nû bikin: veberhênan û dibistan, tesîsên werzîşê û dezgehên din ên giştî. Berfirehkirina stadyuma Holstein, navenda dîtbariya deryayî û terikandina projeyên din ên mezin.

6. Mafên wekhev ji bo hemî kesan: Rewşeke bihêztir a bajêr li dijî her cûre cudakariyê. Di dawiyê de, başkirina rewşa penaberan. dilxwazîya bi penaberan re pêşve bibin û gihîştina karûbar û pêşkêşiyên alîkariyê hêsan bikin.

7. Divê rayedarên îdarî piştgiriya gel bikin: Hêsankirina randevûyan li şaredariyê. Vebijarkên bêtir ji bo randevûyên demkurt. Rêbazên kurttir ku ji bo hemî pirsgirêkan alîkariya zûtir bistînin.

8. Ji bo beşdariya hemwelatiyê rastîn: Civîna salane ji bo mirovên li seranserê bajêr. Bi budceya darayî xurtkirina meclîsên herêmî. Sînordarkirina bûdceya bajêr ji bo daxwaznameyên welatiyan ji bo misogerkirina wekhevîya derfetan.

9. Li şûna xeyalên sermîyandaran, ji bo Azadîyê: Piştgirîya bihêztir ji bo firotgehên taxê û navendên çandî yên xwe-rêveber wek Pumpe, Hansa48, Alte Meierei, Rohrbruch, û Alte Mu. Qada mayende ji bo Wagengruppe Schlagloch . Rakirina qedexeya muzîkê ya li parkan.

10. Xurtkirina beşên civakî: bajar lêçûnên enerjiyê dide welatiyên ku nikarin debara xwe bikin. Şêwirmendiya qanûnî ya belaş ji hêla bajêr ve di warê karûbarên civakî û xanî de. Ji hêla navenda karsaziyê ve tu tengî neyê sepandin. Xerca têketinê li serşokên Kiel kêm bikin. Demjimêrên pirtûkxaneyê dirêj bikin û bêtir karmendan bistînin.

Ji bo ku em hîn bêtir biserkevin, hewcedariya me bi alîkariya gelek mirovên hişmend ên civakî heye. Ji boyî dadmendiya civakî, parastina domdar a bagûrdanê û mafên wekhev ji bo hemî kesan tevlî bibin. Tevlî xwenîşandanan bibin, xwe di înîsiyatîfên pêşketî komele, an koman de birêxistin bikin an jî ji bo armanca me bibin endamên me Jiyanek baş ji bo hemî kesan!